Li Dêrsimê qedexeya ji bo 2 hefteyan hat ragihandin

25 November 2021 02:03 0 dîtin
Li Dêrsimê qedexeya ji bo 2 hefteyan hat ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgeha Dêrismê ragihand ku bi sedema tedbîrên Kovid-19 ê ji bo 2 hefteyan qedexeya meş, civîn, xwepêşandan, vegirtina konan, meşale, vekirina stendan û tevgerên weke wan ji bo 2 hefteyan hatiye qedexekirin.

Qedexe di 24 ê mehê de siet di 00.01 ê de destpêdike û heya 8 ê meha 12 an, siet 23.59 an dewam dike.

Temamê îzna çalakiyan bi îzna parêzgehê ve hatiye girêdan û tevgerên ku îzna wan ji parêzgehê nehatibe sitendin, dê ber li wan bêgirtin.