Li Derya Marmarayê û Samsûnê erdhej çêbûn
PeyamaKurd – Li Derya Marmarayê bi hêza 3,9 erdhejek çêbû.
Di daxuyanİya ku ji aliyê AFADê ve derbarê erdheja li nêzî Bûrsayê hat kirin de hat ragihandin, di saet 08.28an de li Derya Marmarayê bi lerza 3,9an erdhejek çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, li Derya Marmarayê 14,41 kîlometre dûrî navçeya Karacabeya Bûrsayê ye, erdhejeke bi lerza 3,9an çêbû.
Kûrahiya erdheja ku li peravên Karacabeya Bûrsayê pêk hat weke 7 kîlometre hat parvekirin.
Li Bafraya Samsûnê di saet 08.01an de erdhejek çêbû.
Piştî erdheja bi lerza 3,8an ji aliyê AFAD û Rasatxaneya Kandîlliyê parvekirin hatin kirin.
Hat ragihandin, erdhej 14,1 kîlometre di binê erdê de çêbûye û erdhej 90,40 kîlometre dûrî Bafrayê çêbûye.
Rasatxaneya Kandîllî kûrahiya erdhejê weke 18,1 km ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin