Li Deryaya Res erdhej çêbû: Daxuyaniya AFADê!

11 March 2024 08:39 0 dîtin
Li Deryaya Res erdhej çêbû: Daxuyaniya AFADê!

PeyamaKurd – Li Derayaya Reş bi pileya 4 erdhejek pêk hat. Erdheja ku navenda wê Samsun Bay-Atakum bû, 18,27 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) hat dayîn, di saet 03.10an da erdhejeke bi lerza 4an pêk hat û navenda wê li peravên Deryaya Reş e.

Hat diyarkirin, erdheja ku navenda wê 17,48 kîlometre dûrî navçeya Samsun Bay-Atakumê ye, 18,27 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Hin welatiyên ku erdheja li bajêr hesiyan derketin derve û li bendê man.