Li dijî gefên Rûsyayê hêza daxistina asmanî ya Amerîkî hat bicihkirin!

23 October 2022 13:32 0 dîtin
Li dijî gefên Rûsyayê hêza daxistina asmanî ya Amerîkî hat bicihkirin!

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya televizyona CBS News a Amerîkî, hêzeke daxistina asmanî ya Amerîkayê 5 kîlometre nêzîkî sînorê Ukraynayê hatiye bicihkirin û ew hêz ji şer re amade ye.

Hatiye diyarkirin ku hêza piyade ya Amerîkî bi navê ‘Teyrên Bangewaz’ ên li deverê hatine bicihkirin, hêzeke ku di nav çend saetan de ji bo şer bike hatiye perwerdekirin e.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku ew hêz li qada tetbîqatê ya sînorê Romanya û Ukrayna hatiye bicihkirin û ev peyameke zelal a artêşa Amerîkayê ye bo Rûsyayê.

Fermandarekî wê hêzê bi navê John Lubas gotiye, ew amade ne her bosteke erda NATOyê biparêzin û daye zanîn, “Hêza wan hêzeke piyadeyên sivik e, lê ew ligel balafiran û êrîşên asmanî tevdigerin.”

Li gorî zanyariyan di Yekîneya 101 a Daxistana Asmanî ya Kentucky de, bi giştî 4 hezar û 700 leşker hene û ji bo bihêzkirina baskê rojhilat ê NATOyê ew hêz hatiye bicihkirin.