Brîtanya û Swêd li dijî gefên Rûsyayê peymana bihêzkirina ewlekariya hevbes îmze kir

11 May 2022 20:20 0 dîtin
Brîtanya û Swêd li dijî gefên Rûsyayê peymana bihêzkirina ewlekariya hevbes îmze kir

PeyamaKurd – Piştî êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê di navbera Brîtanya û Swêd de, peymaneke bihêzkirina ewlekariyê û zexmkirina parastinê li dijî gefên li ser Bakurê Ewropayê hat îmze kirin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di serdana fermî ya Swêdê de, ligel Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson civiya.

Piştî hevdîtinê di civîna hevbeş a rojnamevanî de hat ragihandin ku di navbera her du welatan de deklerasyona berevanî, hevkariya ewlekariyê, îstixbarat û piştevaniya tetbîqatên leşkerî bo berevaniya dijî gefên li Bakurê Ewropayê hatiye îmze kirin.

 Johnson bal kişand ser ku di sedsala 21ê de, cihê xemgîniyê ye li hember pozbilindiya vala ya Pûtîn ew neçar mane bihêzkirina ewlekariyê nîqaş bikin û got, wê Brîtanya û Swêd di rewşeke êrîşkariyê de alîkariya hevdu bikin.

Boris Johnson herwiha destnîşan kir ku ew di alîkarî û piştevaniya bo her du welatên sînorê Rûsyayê yên Ewropayê Swêd û Fînlandayê de zelal in û Brîtanya wê ligel Fînlandayê jî peymaneke ewlekariyê îmze bike.

Johnson piştî civîna rojnamevanî ji bo biçe Fînlandayê bi rê ket.