Ji Brîtanya hemleya gefên Rûsyayê: Balafirên F-35 û sîstema berevaniyê li Kibrisê bicih dike

02 July 2022 18:34 0 dîtin
Ji Brîtanya hemleya gefên Rûsyayê: Balafirên F-35 û sîstema berevaniyê li Kibrisê bicih dike

PeyamaKurd – Fermandarê Brîtanî yê Cîgirê Fermandariya Stratejîk General Thomas Copinger-Symes, ragihand ku wê Brîtanya li Başûrê Kibrisê ligel balafirên Eurofighter Typhoon û F-35an hêza berevaniya asmanî bicih bike.

Copinger-Symes eşkere kir ku Brîtanya li dijî gefên Rûsyayê yên li ser Derya Spî, Derya Reş û çalakiyên wê yên li Rojhilata Navîn, li Başûrê Kibrisê tevî balafirên Eurofighter Typhoon û F-35an hêza berevaniya asmanî bicih bike û got, "Hêza Kibrisê ji bo berevaniya Brîtanyayê xwedî roleke kîlît e.”

Fermandarê Brîtanî diyar kir ku mebesta bicihkirina wan hêzan li dijî çalakiyên Rûsyayê yên li Derya Spî û Derya Reş avakirina hevsengiyekê ye.