Li dijî Kampa Mexmûrê hêrisa hewayî

16 September 2024 12:45 0 dîtin
Li dijî Kampa Mexmûrê hêrisa hewayî

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Kampa Mexmûrê ya li Herêma Kurdistanê, ji aliyê hin frokeyên bêmirov ve hatiye bombekirin.

Cîgirê Berpirsyarê Ofîsa Qereçûxê ya Mexmûrê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Reşad Gelalî ji Rûdawê re ragihand ku hêrişa bi frokeyên bêmirov di demjimêr 10:15an de pêk hatiye.

Hêzên ewlehiyê yên li kampê rê nadin ku ti kes derbazî cihê ku hêriş li hatiye kirin bibe û ji ber wê yekê jî heta niha li ser ziyana can û mal ti agahî nehatin bidestxistin.

 Weke tê zanîn dewleta Tirkiyeyê di 10ê vê mehê de hêrişî Kampa Mexmûrê kiribû û di encama hêrişê de kesekî canê xwe ji dest dabû.