Li Diyarbekirê, Festîvala Qehweya Mezopotamyayê tê lidarxistin

02 June 2022 16:43 0 dîtin
Li Diyarbekirê, Festîvala Qehweya Mezopotamyayê tê lidarxistin

PeyamaKurd-Li Diyarbekirê, ji aliyê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO)ve festîval û pêşangeha cureyên qehweyê yên Mezopotamyayê tê lidarxistin. Ji aliyê rayedarên DTSOyê ve hat ragihandin ku festîval dê di 28ê Cotmehê de dest pê bike û dê 3 rojan bidome. Hat ragihandin ji bo vê festîvala ku dê cara yekemîn li herêmê bê kirin, ji gelek welatan kompanî tên vexwendin. Hat zanîn ku dê kompaniyên Herêma Kurdistanê jî werin vexwendin.

Festîval û Pêşangeha Qehweyê ya Mezopotamyayê, dê di navbera 28-29 û 30ê Cotmeha 2022yan de were pergalkirin. Danasîna festîval û pêşangehê, ji aliyê Rêveberiya DTSOyê ve bi rêya daxuyaniya çapemeniyê hat kirin. Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, di daxuyaniyê de eşkere kir ku dê li Diyarbekirê cara yekemîn xebateke bi vî rengî were kirin û ev xebat jî dê bandoreke erênî li nirxê markaya Diyarbekirê bike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê bi rêya festîval û pêşangehê, qehweyên taybet ên aîdê erdnîgariya Mezopotamyayê, bi mêvanan û bi kompaniyên beşdar werin danasîn. Festîval, dê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Navneteweyî ya Diyarbekirê were lidarxistin.