Festîvala Siwarbaziyê cara yekem li Duhokê hat lidarxistin
PeyamaKurd – Li bajarokê Şeladize yê ser bi navçeya Amêdî ya Duhokê cara yekem festîvala siwarbaziyê hat lidarxistin. Di mîhrîcana ku 44 siwarên herêmê beşdar bûn de hem pêşbirka hespan hat lidarxistin û hem jî hespê herî baş hat hilbijartin.
1emîn Festîvala Siwaran a ku li Şeladizeyê tê lidarxistin eleqeyek mezin kişand. Di festîvalê de pêşbirkên curbecur hatin lidarxistin û 44 siwarên herêma Behdînan tê de beşdar bûn.
Serbet Şukrî yê ku di bezê de bû yekemîn jî got, “Ez dixwazim her sal festîvalên bi vî rengî bên lidarxistin. Ez bi hevalên xwe re beşdar bûm û ez pir kêfxweş bûm ku ez bûm yekem."
Xwediyê du hespên festîvalê Cîgir Seîd jî got ku ew dixwazin di salên pêş de li seranserê Behdînanê rêxistinên bi vî rengî zêdetir bibin.
Seîd diyar kir ku hesp û siwarên bi hêz ên herêmê hene ku dikarin beşdarî tûrnûvayên navneteweyî bibin.
Yek ji komîteya amadekar a festîvalê Bewar Çamti jî got, “Kesên li vir dijîn û ciwanan ev yek dixwestin. Me hem ji bo Şêladizê û hem jî ji bo mêvanên xwe festîvaleke siwarbûnê li dar xist. Me pêşniyar kir ku ev yek bibe kevneşopî û pêşbaziyên li herêmên cuda werin lidarxistin."
Nêzîkî 200 kesan ji bo beşdarbûna festîvalê serlêdan kirin, lê di nav wan de 44 kes hatin hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin