Li Diyarbekirê qeza: 2 mirî, 3 birîndar

22 June 2021 18:47 0 dîtin
Li Diyarbekirê qeza: 2 mirî, 3 birîndar

PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de 2 kesan can da û 3 kes birîndar bûn.

Li ser rêya navçeya Weranşarê ya Rihayê û Diyarbekirê li bejahiya Bedroyê  qemyoneke kerpîç barkirî û otombîleke din re li hev ketin û otomobîl qûlibî.

Li cihê bûyerê 2 kesan can da û 3 kesên birîndar bûn û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.