Li Diyarbekirê qeza: 2 mirî û 5 birîndar
PeyamaKurd – Bi sedema ajotvanê otomobîlekî bê ser û ber xwe li nava erebeyan dixist û diajot, di encamê de qeza kir û 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. Qeza li çarêya Hala Nû ya Amedê çêbû. Bi sedema qezayê gelek tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê.
Qeza bi sedema otomobîlekî di nav yên din de li çep û rastê di nav erebeyan de derbas dibû, xwe li dîreka rohniyê xist û derbasî şerîda dinê ya rê bû. Otomobîla ji aliyê dinê dihat pêre lihev ketin. Dîreka rohniyê bi ser her dû otomobîlan de ket.
Di qezayê de kesên birîndar bûn 2 ji wan birînên wan xedar bûn û li nexweşxanê can dan.
Piştî rakirina erebeyan ji navar ê, trafik car din normal bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin