Li Duhokê 1096 kes ji karantînayê derketin û çûne malên xwe

08 April 2020 13:12 0 dîtin
Li Duhokê 1096 kes ji karantînayê derketin û çûne malên xwe

PeyamaKurd – Berpirsê ragihandinê li rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Duhokê diyar kir, ku li Duhokê hezar û 96 kes ji karantînayê derketin çûn mala xwe. îro Çarşemê (08.04.2020) li parêzgeha Duhokê 719 kes di karantînayê de mane.

Berpirsê ragihandinê li rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Duhokê Hemze Rezîkî ragihand: ‘’Li parêzgeha Duhokê heta naha 15 berketiyên nexwaşiya koronayê hebûn, ji wan jî heta îro 12 berketiyên vîrusa korona piştî testên wan ên dawiyê hatin kirin û diyar bû di wan de vîrus nemaye ji nexwaşxaneyê derketin.


Duh jî 220 kes hatine karantîna kirin û 141 kes ji karantînayê derketine û heta niha zêdetir ji hezar û 450 test û kontrol hatine kirin bo wan kesên bi guman. Ji destpêka peydabûna wê şewbê heta nşha li Duhokê hezar û 815 kes ketine karantînayê û ji wan jî hezar 96 kes ji karantînayê derketine û çûne malên xwe.’’

Hemze Rezîkî herwiha got: ‘’Tîmên tenduristiya Duhokê bi awayekî berdewam li ser kesên biguman test û pişkinînên xwe dikin, da ku ji tenduristiya wan piştrast bin. Lewra jî rojane berdewam test tên kirin heta îro li parêzgeha Duhokê 3 berketiyên koronayê li nexwaşxaneyê mane û di bin çavdêriya pizîşkî de ne û rewşa wan jî baş e.’’


Rêveberiya tenduristiya bajarê Koye ragihand, tevahiya têstên Koronayê li bajêr nefgatîf derketine.

Rêveberiya tenduristiya Koye ragihandiye, di dema 24 saetên dawiyê de 60 têstên Koronayê li ser welatiyan kirine, hemû jî negatîf derketine.


Li bajarê Hewlêrê pêketina 14 kesên din bi vîrusa koronayê ketine

Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê 14 haletên pêketina bi virusa Koronayê hatin tomarkirin.