Bajarê 21 mîlyonî xistin karantînayê û qedexeya derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd – Li Çînê li eyaleta Siçuanê li bajarê Çingduyê bûyerên Kovid-19 ê zêde bûne û rêvebiriya pêwendîdar bajêr xistine bin karantînayê. Çingdu bajarekî mezine û navendiye. 21 mîlyon kes tê de dijî û derketina derve hatiye qedexekirin. Wê di nav 4 rojan de testên Kovid-19 ê bikin da belav nebe. Rêvebirî ji hemwelatiyan xwestiye ku dernên derve û ji her malbatê rojê îznê didin yek kesekî da ji bo pêdiviyên malbatî derê derve.
Ji bilî market, dermanxane û şîrketên ku pêdiviyên xelkê bicîh tînin, temamê kargehan hatine girtin. Çûna xwendevanan ya dibistanan ji bo wextekî nediyar hatiye paşdexistin. Li balafirgeha mezin nêzî hezar sefer hatin betalkirin.
Eger rewş weha dewam bike, wê li bandorê şîrketên Çînê yên navdewletî bike ji ber fabrîkên weka Toyota, Intel û Foxconn li heman bajarî ne û zincîra wan ya amadekirinê dibe bi awayekî neyînî bandorê bibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin