Bajarê nûfûsa wê 5 mîlyone xistin karantînayê
PeyamaKurd – Dewleta Çînê li herêma Henanê li bajarê Anyangê ku nûfûsa wê 5 mîlyone, bi sedema tedbîra li hemberê Omigronê, temamê bajêr xist bin karantînayê. Karantîna ji ber ku di 2 kesan de vîrusa Omigronê hat tesbîtkirin, hat kirin.
Li gor biryarê; wê ti kes dernê derve. Ji bilî dezgeyên pêdivî bi wan heye, temamê dezgeyan hatin girtin, seyaheta derveyê bajêr hat qedexekirin û testên bi komkî tên kirin.
Li gor ragihandina The Guardianê; dewleta Çînê di belavbûna Omigronê de qedexe û tebîrên tund datîne. Li herêma Henanê herî kêm li 3 bajaran karantîna dewam dike. Li bajarê Yuzhouyê ji bo 1 mîlyon mirov ragihadin ku dernên derve. Li bajarê Xi ayê bi mîlyonan kes 3 hefteye xistine karantînayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin