Li bajarê Mûsê 3 gundan xistin bin karantînayê
PeyamaKurd- 3 gundên bi ser bajarê Mûşê û bi ser navçeya Kopê bi sedema koronavûsê xistin bin karantînayê. Gundên ku xistine karantînayê yên navendê Yazla (Ebul Bahar) û Alagün(Melle Xidiran) in. Yê navçeya Kopê Yazbaşı (Mûradîbeg) ye. Ragihandina karantînayê ji aliyê parêzgeha Mûşê de hat kirin. Ragihandina parêzgehê weha ye:
“Ew kesên ku ji Îstenbol û bajarên din hatin vê deverê, di wan de testa koronavîrusê posîtîv derket. Bi sedema ku gundiyên van deveran lipey qaîdeyên xwe ji parastina koronavîrusê nedkirin, bi biryara heyeta Hîvzisihayê ya bajarê me, me wan xist bin karantînayê. Tedbîrên tenduristiyê û yên din hemû hatine sitendin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin