Li bajarê Bîngolê taxekî xistin bin karantînayê

07 April 2020 22:43 0 dîtin
Li bajarê Bîngolê taxekî xistin bin karantînayê

PeyamaKurd- Li bajarê Bîngolê li navçe ya Adaklı (Azarpêrt) li devera Çerîbaşiyê bi sedema ku koronavîrus hatiye dîtin, wê taxê qismen bixin bin karantînayê.

Parêzgeha Bîngolê rêvebiriya Hîvzisihhayê bicîh tîne û ji ber ku di taxê de di kesekîde an di hin kesan de koronavîrus hatiye tesbîtkirin, wê heya 14 rojan deverê bixin bin karantînayê.

Bo vîrus belave nebe, gelek tiştên weka cenaze, taziye û seredana cîranan heya fermaneka dinê ji aliyê qeymeqamiya Azarpêrtê de hatine qedexekirin. Pêdiviyên kesên di bin karantînayê de, wê ji aliyê Grûba Vefa ya Desteka Civakî de bên temînkirin.

Kesên li pey biryarê neçin wê 3 hezar û 150 lîre ceza bide.