Li Rihayê taxekî û 26 apartmanan xistin karantînayê
PeyamaKurd- Li bajarên Kurdistanê li Diyarbekir, Batman û Rihayê bi sedema sistkirina tedbîran belavbûna Kovid-19 ê dewam dike. Xebera nexweş ji bajarê Rihayê hat. Li nav bajêr û navçeyên wê, taxekî û 26 apartmanan xistin karantînayê.
Parêzgeh ragihand ku testên hinek kesan posîtîv derketine. Taxa Sancakê ya bi ser navçe ya Qarakopriya Rihayê kolana Egrîcekê bi temamî, li Eyyûbiyê 6 apartman, li Xelîliyê 3 apartman, li Qarakopriyê 7 apartman, li Wêranşehrê 6 apartman, li Pirsûsê 2 apartman, li Sêweregê 2 apartman bo 14 rojan xistin bin karantînayê.
Li aliyê dinê xebereka xweş ew bû ku li Eyyûbiyê û navçeya Wêranşehrê 4 apartman piştî 14 rojan ji karantînayê derketin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin