Bi sedema tevlîbûna taziyê, taxekî xistin karantînayê

19 May 2020 23:58 0 dîtin
Bi sedema tevlîbûna taziyê, taxekî xistin karantînayê

PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li navçeya Edremîdê bi sedema hinek kes ji Gurpinarê tevlî taziyê bûn, taxekî Gurpinarê xistin karantînayê. Kesên ku ji Gurpinarê çûbûn taziya Edremîdê ya mirovekî xwe, dema dageriyan Gurpinarê yek ji wan nexweş ket û testa wî ya Kovid-19 ê posîtîv derket.

Tîmên tenduristiyê dest bi testan kirin û niha temamê taxa Taşdondurena Gurpinarê di bin karantînayê de ye. 40 mal ku nûfûsa wan dike 300 kes, nikarin ji taxa xwe derên û kes nikare bikeve taxa wan.

Taxeka dinê ya Gurpinarê ya bi navê Gunbaşiyê, di 23 yê nîsanê de xistibûn karantînayê ji ber ku 14 kes testên wan posîtîv derketibûn. Niha testên hemûyan negatîv derketine.