Li Mêrdîn, Wan û Rihayê 6 gund û tax xistin karantînayê
PeyamaKurd – Di çarçoveya pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê de, parêzgariyên bajarên Mêrdîn, Wan û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê 6 gund û tax xistin karantînayê.
Li Mêrdînê gundên Gîrmelî, Tepeustu û Duruca yên ser bi navçeya Nisêbînê ve hatin kareatînekirin ku hat ragihandin, wê tîmên tenduristiyê xebat û pişkinînên li wan taxan berdewam dikin.
Li Rihayê 2 gund û avahiyek xistin karantînayê ku gundê Kurtulmuş ê ser bi navçeya Wêranşarê û gundê Ovacik ê ser bi Curnê Reş (Hîlvan) e û avahiyeke li taxa Seyrantepe li heman navçeyê jî bi biryara Desteya Tenduristiyê ya Rihayê xistin karantînayê.
Li bajarê Wanê jî taxek xistin karantînayê ku piştî derketina vîrusê bi girtiyekî hatiye berdan re ew biryar hatiye wergirtin.
Girtiyek ji girtîgeha Patnosê hatiye berdan ku li wir bi vîrûsa koronayê ketiye û ji ber wê jî taxa Yalim Erez a bajarokê Îpek Yolu di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna koronayê de xistin karantînayê ku dê 14 rojan berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin