Li Mêrdîn û Semsûrê 10 gund û 167 mal xistin karantînayê

24 August 2021 17:08 0 dîtin
Li Mêrdîn û Semsûrê 10 gund û 167 mal xistin karantînayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber zêdebûna cûreya Delta ya vîrusa koronayê li navçeya Mêrdîn Midyadê û li navenda bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê 167 mal hatin karantînakirin.

Lijneya Tenduristiyê ya navçeya Midyadê û Lijneya Tenduristiyê ya bajarê Semsûrê ragihandine ku di xebatên filyasyonê de derketiye holê li wan deverên hatine karantînakirin vîrusa korona zêde belav bûye û ji ber wê jî wekî tedbîr ji bo 14 rojan biryara karantînayê hatiye dayîn.

Hat diyarkirin ku li taxên cuda yên Semsûrê jî 167 mal hatine karantînakirin.