Li Semsûrê 171 mal xistin karantînayê

11 October 2020 19:58 0 dîtin
Li Semsûrê 171 mal xistin karantînayê

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên xweparastina koronayê de, 171 mal xistin karantînayê.

Parêzgeriya Semsûrê ragihand ku piştî testên hin kesan ên Covid-19 pozîtîf derketine, li ser biryara Desteya Tenduristiya Bajêr wan biryara karantînekirina 171 malan li taxên cuda yên bajêr daye.

Hêjayî gotinê ye, bajarê Semsûrê yek ji wan bajaran e ku li seransêr Tirkiyê herî zêde rûbirûyî vîrusa koronayê bûye.

Herî dawî jî li Semsûrê ji bo kesên temenê wan ser 65 salan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.