Li Wanê gundek xistin karantînayê

25 May 2020 17:35 0 dîtin
Li Wanê gundek xistin karantînayê

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê piştî li Gundê Gendelova yê Navçeya Tuşbayê 4 kes bi vîrûsa ketin, gund xistin karantînayê.

Hat diyarkirin ku 2 roj berê, ji heman malbatê 4 kesên nexweş bi gumana vîrusa koronayê rakiribûn nexweşxaneyê û piştî pişkinînên li nexweşxaneyê vîrûsa korona bi wan re derketibû.

Parêzgariya Wanê li ser derketina testên pozîtîf ên gundiyan, gund xist karantînayê.

Bi biryara parêzgariyê re leşker ketin gund û derketina ji gund hat qedexekirin.