Li Sêrtê gundek xistin karantînayê

09 May 2020 10:37 0 dîtin
Li Sêrtê gundek xistin karantînayê

PeyamaKurd – Li navçeya Dihê ya girêdayî Sêrtê, di çarçoveya tevdîrên li dijî koronaya nifşê nû (Covid-19) gundek xistin karantînayê.

Walîtiya Sêrtê bi daxuyaniyeke ragihand ku li gundê Kêwera Dihê ya girêdayî Sêrtê, di encama pişkinînan de testa koronaya hin welatiyan pozîtîf derketiye û lewma jî ew gund hatiye karantînakirin.

Li gorî biryarê, di çarçoveya karantînayê de heta 21ê Gulanê çûn û hatina gundiyan hatiye qedexekirin.