Li Rojavayê Kurdistanê gundek xistin karantînayê

10 April 2020 16:54 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê gundek xistin karantînayê

PeyamaKurd – Şaneya Aloziyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, gundê Um El-Hoş ê navçeya Şehba ya Efrînê piştî derbasbûna leşkerekî hikumeta Sûriyê ku gumana pêketina vîrusa koronayê heye, xist karantînaya demkî. 

Şaneyê ragihand ku ji ber desthilata Sûriyê hevkarî ligel  Rêveberiya Xweser nekiriye, ev alozî derketiye.

Li gorî nûçeya medya Rojavayê Kurdistanê, beriya çend rojan desthilata Sûriyê erka hejmarek leşkeran bi dawî kiriye û ji ber ku bergiriyên pêwîst nehatine wergirtin, leşkerek derbasî gundê Um El-Hoş ê Şehbayê bûye ku di encama pişkinîna tîma awarte de derketiye holê ku nîşaneyên Covid-19 bi wî leşkerî re hene û ew leşker rakirine nexweşxaneyê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistafa li ser bûyerê da xuyakirin, desthilata Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina koronavîrusê ji Rêveberiya Xweser re nabe alîkar, ji ber vê yekê leşkerek derbasî gundê Um El-Hoş bû û guman hene ku bi vîrusê ketiye, lewra leşker rakirin nexweşxaneya Helebê da ku rewşa wî tesbît bikin ka bi vîrusê ketiye yan na.

Ciwan Mistefa got ku Şaneya Aloziyê ya Şehbayê gund heta demekê xistiye karantînayê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Rojavayê Kurdistanê qedexeyan çûnûhatinê hatiye ragihandin û heta niha ji aliyê Rêveberiya Rojava ve ti amareke tûşbûyên Covid-19 nehatine ragihandin.