Li Rojavayê Kurdistanê serkirdeyekî bilind ê rêxistina El Qaîdeyê hat kustin

23 October 2021 11:08 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê serkirdeyekî bilind ê rêxistina El Qaîdeyê hat kustin

PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê diyar kir; li bakurê rojavayê Sûriyê, serkirdeyekî bilind ê rêxistina El Qaîdeyê hat kuştin.

Washingtonê eşkere kir; vê sibê 23ê Cotmehê li bakurê rojhilatê Sûriyê bi rêya êrîşeke dronan, serkirdeyê diyar ê rêxistina El Qaîdeyê Ebdulhemîd Meter hat kuştin.

Herwiha da zanîn; li ser ziyanên rêza welatiyên sivîl, ti ziyanek li ber dest tune ye û êrîş bi rêya drona MQ-9 ve hatiye encamdan.

Hat diyarkirin ku bi kuştina wî serkirdeyê El Qaîdeyê, bandor li ser şiyanên wê rêxistinê dibe, bi taybetî dariştin û plankirina êrîşên cîhanî, ku dibin sedema kuştina bi hezaran kesan.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê destnîşan kiriye, Amerîka armanckirina DAIŞ, El Qaîde û rêxistinên din ên terorê didomîne.

Beriya niha artêşa Amerîkayê ragihandibû; bi rêya êrîşeke esmanî, serkirdeyê diyar ê El Qaîdeyê Salim Ebû Ehmedî hatiye jinavbirin.