Li Sêrtê 7 dever ji bo 14 rojan xistin karantînayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, 7 gund, mezre û tax xistin karantînaya vîrusa koronayê.
Li gorî zanyariyan li navçeya Şîrvanê 3 gund û 3 mezre û taxeke navenda bajarê Sêrtê ji bo 14 rojan xistine bin karantînaya vîrusa koronayê ku ji aliyê cendermeyan ve çûnûhatin hatine qedexekirin.
Karantînaya vîrusa koronayê li taxa Çalê, gundên Şîrvanê Akgeçit, Taşyaka, Kayahisar û mezreyên Kayali, Bindal û Ankebirê hatiye destpêkirin ku çûnûhatin şêniyan hatiye qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin