Bo 15 rojan hinek deverên Sirnexê bo çûn û hatinê hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Parêzgeha Şirnexê bi sedema opreasyonan 15 deverên bajêr û navçên wê bo çûn û hatinê qedexe kir. Di nav deverên qedexekirî de Cûdî, Gabar, û Besta jî hene.
Qedexe, di navbera rojên 26ê Adarê û 9ê Nîsanê de ye. Di nav deverên qedexekirî de, ji bilî ciyên navborî, deverên Qilabanê, Kelmehmetler-Dönmezler-Kovankaya, Tahtareş, Çiyayê İncebel, Altındağları Oymakaya ku navên wan yên Kurmancî nehatin zanîn hene.
Çûn û hatina deverên navborî, bo herkesî qedexeye û kesên pêdiviya wan bi çûn an derketina ji van deveran hebe, divê îzna hêzên asayîşê, qeymeqamiyan an parêzgehê bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin