Li Sirnexê 15 rojan qedexe hate ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgariya Şirnexê li 13 deverên navenda bajêr û navçeyên wê, heremên ewlekariya taybet destnîşan kir û ji bo 15 rojan qedexe hate ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê îro 10ê Sibatê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, 13 hêremên wek çiyayê Cûdî, çiyayê Gabarê, Dolê û Derîyê Zêr herêmên teybet ên ewlekariyê hatine nîşandan û 15 rojan li wan deran qedexê hatiye ragihandin.
Hate diyarkirin ku ev qedexe ji bo pêkanîna ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehiştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşeke neyînî hatiye ragihandin.
Tê gotin ku ev qedexe beriya operasyonên leşkerî yên ser PKKê hatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin