Li 13 deverên Sirnexê qedexe hate ragihandin

12 January 2025 10:30 0 dîtin
Li 13 deverên Sirnexê qedexe hate ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgariya Şirnexê ragihand ku li navenda bajêr û  navçeyên wê, 13 herêmên wekî, çiyayê Cûdî, çiyayê Gabarê, Dolê û Dêriyê Zêr, herêmên teybet ên ewlekariyê hatiye diyarkirin û 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Parezgariya Şirnexê bi daxuyaniyeke nivîskî qedexe ragihand û diyar kir, “Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî, li Herêma çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê, çiyayê Gabbarê alîyê dikeve sînorê navçeya Basa û herwiha herêmen Dolê û Kela Memê, Dêrîyê zêr ku dimîne di navbera Qilaban û Elkê yên navçeyên Şirnexê de di navbera 12ê Rêbendanê heta 27ê Rêbendana 2024'an de, 13 herêm vekê Herêma Ewlekariya Taybet hatîye nişandan û jibo 15 rojan hatine qedexekirin.”