Li Rihayê 307 malan xistin karantînayê
PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê bi sedema koronavîrusê 307 malan xistin karantînayê. Li gor ragihandina parêzgehê testên hinek hemwelatiyan posîtîv derketine û lewra biryara karantînayê hatiye dayîn.
Li gor ragihandinê li navçeya Xelîliyê 89, li Qerekopriyê 126, li Eyyûbiyê 37, li Bîrecûkê 17, li Wêranşehrê 14, li Sêweregê 9, li Pirsûsê 6, li Hîlwanê 5, li Bozhewayê 2, li Ceylanpinarê 1 û li Xelfetiyê 1 mal xistine karantînayê.
Li aliyê dinê jî karantina ya 137 malan rabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin