Li Duhokê agir bi kampa penaberan ket: Zêdetirî 400 çadir sewitîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê êvarê agir bi kampa Şariya ya penaberan a li Duhokê ket ku li gor agahiyên destpêkê di şewatê de zêdetirî 400 çadirên penaberan şewitîn.
Hat zanîn ku li gorî zanyariyên destpêkê 6 kes birîndar bûne ku 2 ji wan tîmên berevaniya şaristaniyê ne û 2 ji birîndaran jî zarok in.
Li gorî zanyariyan sedema şewatê, hebûna tubên gazê û madeyên sotemeniyê yên li nav kampê ne ku di nav çadiran de şewat belav bûyê.
Herwiha li kampa Şariya dema şewatê teqîneke mezin çêbû ku tê texmînkirin ji ber teqîna tubê gazê ye.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji bo agahdarbûna ji rewşê çû Kampa Şariya û diyar kir ku wê zerarmendên şewatê dê bêne qerebûkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin