Li Duhokê bi 160 milyon dolaran 18 projeyên avê têne çêkirin

10 June 2021 14:56 0 dîtin
Li Duhokê bi 160 milyon dolaran 18 projeyên avê têne çêkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nirxê zêdetirî 230 milyon dînar (nêzîkî 160 hezar dolaran) 18 projeyên xizmetguzarî û avê li parêzgeha Duhokê çêbike.

Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, bi mebesta pêşvebirina sektora avê ya li sînorê bajarê Duhokê, zêdetirî 230 milyon dînar (nêzîkî 160 hezar dolar) ji bo 18 projeyên avê dê were xerckirin.

Hat diyarkirin ku piştî rizamendiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê, li ser rêjeya %17ê dahata Rêveberiya Ava Duhokê, bi qasî 230 milyon û 754 hezar dînar ji bo 18 projeyan, bi mebesta pêşvebirina sektora ava Duhokê tê xerckirin, ku proje ji aliyê Rêveberiya Ava Duhokê ve têne cîbicîkirin.