Li Duhokê teqînek çêbû: 4 kesan can dan û 26 kes jî birîndar bûn

22 November 2022 10:39 0 dîtin
Li Duhokê teqînek çêbû: 4 kesan can dan û 26 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Duhokê di encama teqîna tanka gazê ya firinekê de, 4 kesan can dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî diyar kir: “Mixabin ji ber teqîna firin û avahiya beşa navxwe ya li bajarê Duhokê, tîmên hawarçûna bilez û hejmara 122 yên Tendirustiya Duhokê berdewam in di wergirtin û veguhestina birîndaran bo nexweşxaneyan de.”

Herwiha Dr. Saman Berzincî da zanîn: “Li gor amarên destpêkê yên Tendirustiya Duhokê, heta niha 4 kesan can dane û 26 birîndar rakirine nexweşxaneyê ku beşek ji wan rewşa tendirustiya wan xerab e û pêşbîniya hebûna birîndarên din tê kirin.”