Li Edeneyê erdhej çêbû!

21 May 2023 19:00 0 dîtin
Li Edeneyê erdhej çêbû!

PeyamaKurd- Serokatiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro di saetên danê êvarê de li Edeneyê erdhejek çêbûye.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê AFADê ve hatin ragihandin, li navçeya Saimbeyli ya Edeneyê, bi lerza 4.9 pileyan erdhejek çêbû.

Li gorî hat ragihandin, erdhej 6,67 kîlometir di bin erdê de çêbûye û li naveçyên derdorê jî hatiye hîskirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber vê erdhejê tu ziyanên malî û canî çênebûne.