Li navçeya Saimbeylî ya Edeneyê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li gorî agahiyên dawî yên ji aliyê AFADê ve hatin dayîn, li navçeya Saimbeylî ya Edeneyê bi hêza 4,2 erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand, îro serê sibê di saet 12.37an de erdhejeke bi lerza 4,2an ku navenda wê li navçeya Saimbeylî ya Edeneyê bû çêbû.
Derbarê erdheja ku 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat de ti bûyerên neyînî nehatin ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin