Li navçeya Kozan a Edeneyê bi lerza 5an erdhejek pêk hat
PeyamaKurd – Li navçeya Kozan a Edeneyê di saet 20.07an de bi lerza 5an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) hat dayîn, di saet 20.07an da erdhejeke bi lerza 5an pêk hat û navenda wê navçeya Kozana Edeneyê ye.
Hat diyarkirin ku erdhej 20,13 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Piştî erdheja li Edene, Osmaniye, Dîlok û Qeyseriyê hat hîskirin, hin welatî daketin qadan.
Parêzgarê Edeneyê Yavuz Selîm Koşger daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Niha li bajarê me neyîniyek tune ye, lêkolînên me dewam dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin