Li Efrînê bi ser malên kurdan de digirin

22 January 2025 16:04 0 dîtin
Li Efrînê bi ser malên kurdan de digirin

PeyamaKurd – Li gundên bajarê Efrînê, gelek komên çekdar ên bi maske, bi ser malên kurdan de digirin û pereyan kom dikin.

Kurdekî li gundê Qerebaba yê navçeya Raco ya Efrînê, dîmenên ku piştî ku komên rûpoş û çekdar bi ser mala wî de girtine, ji Kurdistan24ê re şandine.

Wî kesî diyar kiruye ku komên çekdar ên navborî avêtine ser mala wî, serobino kirine û li wî û hevjîna wî dane, ji loma jî hevjîna wî ya ducanî ducanî berê xwe avêtiye.

Wî kurdê ku ji ber gefên komên milîs nexwestiye nav û wêneyê xwe eşkere bike weha gotiye: “Ev der mala min e. Çekdarên li Efrînê hatin û avêtin ser mala min. Piştî ku mala min serûbin kirin, bi qûna tivingan li min xistin. Li pere û çekan digeriyan.”