Li Efrînê bertîla zerokên Xûtayiyan malên Kurdan e
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Efrînê çekdarên ser bi Artêşa Tirkiyê ve, li malbatên Xûtayî ferz dikin ku kurên xwe tevlî grûpa wan bikin, ta ew grûp maleke Kurdên Efrînê ji wan re dabîn bike.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji çend jêderên ji Efrînê belav kir, artêşa Tirk û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji destpêka kontrolkirina Efrînê û heta niha zêdetir ji hezar welatiyên Efrînê binçav kirine û ew girtî, li navendên cuda ên çekdaran rastî lêpirsîn û eşkenceyan tên.
Rewangehê daye zanîn, grûpên çekdar welatiyên Efrînê bi tometa ku pêwendiya wan bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re hene binçav dikin û li hember azadkirina wan jî daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin.
Da zanîn jî, ta niha nîvê wan welatiyan li hember dana bireke mezin ji pereyan hatine berdan, lê nîvê din ji wan welatiyan ku malbatên wan nikarin pereyan ji grûbên çekdar re dabîn bikin, ta niha girtî ne.
Rewanga Sûrî ya Mafên Mirovan amaje bi wê yekê jî kir, grûpên çekdar bacê li xwediyê dikanan ferz dikin û dema xwediyên dikanan wê bacê nedin, ew jî rastî girtin û eşkenceyê tên.
Herwiha belav kiriye jî, ew çekdarên opozîsyonê li hember çûnûhatina welatiyan di navbera bajarê Efrînê û gundan de, li rêbendên xwe astengiyan ji welatiyan re çê dikin û pereyan ji wan distînin. Herwiha bacê li hember derbasbûna otombîl û barhilgirên pêwîstiyên jiyanê û xwarinê jî distînin.
Li ser bicihkirina koçberên Xûtaya Şamê li malên Kurdên Efrînê, Rewangeh aşkere dike, grûpên çekdar li mabatên Xûtayê ferz dike ku kurên xwe tevlî grûpa wan bikin, ta ew grûp maleke Kurdên Efrînê ji wan re dabîn bike.
Rewangeh dibêje, li hember redkirina welatiyên Efrînê dana pere û bacê ji wan çekdaran re, bi hezaran hiktar ji zeviyên darên zeytûnê û daristanên li navçeyên Raco, Şêrewa, Şera, Cindirês, Mabeta û Bilibilê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine şewitandin.
Rewangeh amaje bi wê dike, ev hemû binpêkirinên bi serê welatî û mal û milkên welatiyên Efrînê li ber çavpoşiyeke bi mebest a ragihandina xwecihî, herêmî û navdewletî tên kirin, bêyî ku ronahiyê bixin ser rewşa zor û tawanên ku li welatiyên Efrînê tên kirin, bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin