Li Efrînê 60 Kurd ji sêniyên bajarokê Bilbilê ji malên xwe hatin qewirandin
PeyamaKurd – Li Efrînê, milîsên ”Lîwa Ecnad Hums” bi serkêşiya sermilîs ”Erabe Idrîs” ku ji gundê Mibarekiyê yê gundewarê Humsê ye, 60 Kurd ji şêniyên bajarokê Bilbilê ji malên wan qewirandin û malên wan desteser kirin, navmaliyên wan dizîn û hinek mal veguherandin baregehên leşkerî.
Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, şêniyên ku ji malên wan hatine qewirandin, li bajarê Efrînê mal ji milîsên bi navê ”Ceyş El-Wetenî” bi pereyên pir bi kirê birine, yan jî li gel nasên xwe yên li gundên kêleka wan rûniştine bi hêviya ku vegerin malên xwe yên desteserkirî.
Hrwiha hatiye destnîşankirin, şêniyan gelek caran gilî li ba ya bi navê ”Komîteya Vegerandina Mafan” lê guh nedan wan û hîn jî milîs di malên wan de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin