Li Efrînê 2 milîsan berî biçin Azerbaycanê 2 malên welatiyên Kurd firotin

09 October 2020 10:57 0 dîtin
Li Efrînê 2 milîsan berî biçin Azerbaycanê 2 malên welatiyên Kurd firotin

PeyamaKurd - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ya di bin destê çekdarên Tirkiyê de ye, 2 milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yê dagirkeriyê û Ixwan Mislimîn, berî biçin Azerbeycanê 2 malên welatiyên Kurd firotin.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, çekdarekî ji koma “Ebû Ezim El-Şerqiyê” ku ji eşîreya “El-Mewalî” ye, mala welatiyê Kurd Heyder Berekat li nêzî depoyê avê, li taxa Eşrefiyê bi 500$ Amerîkî firot niştedagîrekî bi navê Mihemed Xêr ê ji gundewarê Helebê û bi ser milîsên “Ehrar El-Şam” ve ye.

Herwiha li gor agahiyan, niştedagîr bi xwe malek li kêleka depoya avê ya li Eşrefiyê ji çekdarekî girêdayî koma “Ebû Ezim Şerqiyê” bi 700$ Amerîkî kirî. Mala kiriye ya welatiyê Kurd “Ebû Bangîn” e û ew ji şêniyên gundê Çeqela Ortê (navîn) ye.