Wezîrên Ermenistan û Azerbaycanê berî ku biçin Washingtonê pêsî çûn Moskowê
PeyamaKurd – Herdu wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenistanê Ceyhûn Bayramov û Zohrab Mnatsakanyan, beriya ku roja Înê li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re li ser şer û aloziya Qerebaxê bicivin careke din çûn Moskowê.
Hêjayî gotinê ye, Ermenistan û Azerbeycanê roja Şemiya borî gihîştibûn agirbesteke nû piştî têkçûna agirbesta yekem a 10ê Cotmêhê ku bi navbeynkariya Rûsyayê piştî serdana Moskowê çêbûbû. Lê belê agirbesta duyem jî bi ser neket û şer û pevçûnên herdu aliyan berdewam kirin ku herdu alî jî hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.
Piştî têkçûna agirbesta duyem Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo wezîrên herdu welatan vexwend Washingtonê ku aliyan ev yek qebûl kir û tê pêşbînîkirin roja Înê serdana Amerîkayê bikin.
Li demeke ku behsa navbeynkariya Amerîkayê di aloziya Qerebaxê de tê kirin, îro wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenistanê car din çûn Moskowê ku Rûsya dixwaze giraniya xwe ya li ser herdu aliyan nîşan bide û bandora Amerîka ya wekî aktor kêm bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin