Amerîka: Tirkiye nahêle gelê Efrînê vegere malên xwe!
PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve yên Amerîkayê Heather Nauert di derbarê Efrînê de daxuyaniyek da û got ku ji ber operasyona Tirkiyê û Artêşa Azad ya li dijî Efrînê, bi hezaran sivîlên bajêr penaber bûn û ev her du hêz nalêlin ku gelê Efrînê vegere welatê xwe.
Heather Nauert li Washingtonê di civîna çapemeniyê de axivî û got; em rewşa Efrînê ji nêz ve taqîb dikin. Van her du mehên dawî em li ser vê mijarê disekinin. 140 hezar kes ji Efrînê derket. Em niha dikarin vê bibêjin ku hêzên li Efrînê nahêlin gelê bajêr vegere.
Nauert wiha berdewam kir: Em bang li Tirkiyê, Sûriyê û Rûsyayê dikin ku bila destûra gel bidin ku sivîl vegerine malên xwe. Divê gelê herêmê vegerine malên xwe û ewlehiya wan, ne di bin zext û zorê de be. Em pir girîngiyê didin vê mijarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin