ÇMMS: Tirkiye nahêle gelê Efrînê vegerin malên xwe!

28 March 2018 09:46 0 dîtin
ÇMMS: Tirkiye nahêle gelê Efrînê vegerin malên xwe!

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihand ku Artêşa Tirkiyê nahêle ku gelê Efrînî piştî şer, careke dî vegerîn welatê xwe. Ji ber şerê li Efrînê, bi qasî 300 hezar sivîlên Efrînê ji bajêr derketibûn.

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) îddîa kir ku di van 24 seetên dawî de bi hezaran ehlê Efrînê xwestin ku vegerin malên xwe, lêbelê leşkerên Tirkiyê nehiştin ku sivîl derbasî nava bajêr bibin û careke dî ji deriyê bajêr vegerandin. Leşkeran ji wan re gotin; hûn ji kû derê hatine, herin wê derê.

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihand ku gelê ji Efrînê derketiye, piraniya wan çûne Helebê, lê li wir jî rewşa sivîlan ne baş e. Bi hezaran sivîl li Efrîn û Helebê muhtacê xwarin û îlacan e.