Çalakvanê sivîl: PKK rê nade koçberên Efrînê vegerin ser malên xwe
PeyamaKurd – Çalakvanê sivîl li Rojavayê Kurdistanê dibêje, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rê nade koçberên bajarê Efrînê vegerin ser mal û halên xwe.
Çalakvanê siyasî Mistefa Şêxo diyar kiriye: ‘‘Xelkê koçber ê Efrînê yê ku nav çadir û kon de li Şehba û rojhilatê Firatê niştecîh bûne, hewla vegera ser mal û halên xwe didin, lê PKK rê nade wan.
Mistefa Şêxo daye zanîn: ‘’PKK hem rê li vegera koçberan digre, hem jî piştevaniya navnetewî ji bo wan koçbera dike, lê çi piştrastî, seqamgirî û asayîş di navçeyên bin desthilata PKKê de heye?’’
Mistefa Şêxo destnîşan kiriye, PKKê vê dawiyê 22 zarokên keç û kur revandine û ew şandine leşkerîgehan. Ji wan jî Kawe Birîmo, Ciwan Hebeş ên koçberên Efrînê, Fatîme Idrîs Nesan li Til Rifet û Mihemed Îbrahîm Caro û gelekên din û bi ecêbmayî dipirse: ‘’PKK behsa kîjan cure piştrastiyê dike? Ew bixwe metirsiya herî mezine li ser kurdan, bi taybet jî li rojavayê Firatê.’’
Çalakvanê sivîl eşkere kiriye, berevaniya rasteqîn di niştiman de tê kirin, ne ku nav çadiran de û ragihand: Armanca PKKê ya hiştina xelkê Efrînê di nav çadiran de, ji bo ku zarokên wan bibe leşkerîgehan û wan bike çekdar û wan beşdarî nav şerên xwe yên şikestî bike û navçeyê ji xelkên resen vala bike û wan hemûyan ji bo berjewendiya pêkhateyên din dike.’’
Mistefa Şêxo diyar kiriye: ‘‘Pêwîst e xelkê Efrînê vegere navçeya xwe, ji bo ku erd, bax û xanî û tiştên wan ji wan re bên vegerandin, di cîha ku çadirên PKKê de jiyana bikin ya rast ew e.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin