Li Efrînê Kurdên besdarî xwepêsandana sehîdên Cindirêsê bûne têne revandin

09 April 2023 12:02 0 dîtin
Li Efrînê Kurdên besdarî xwepêsandana sehîdên Cindirêsê bûne têne revandin

PeyamaKurd – Li navçeya Raco ya Efrînê, welatiyekî Kurd ku beşdarî xwepêşandana 4 şehîdên Newrozê yên Cinidirêsê bûye, ji aliyê çekdarên bi navê Polîsê Leşkerî ve hate revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye, çekdarên koma “Polîsa Leşkerî” doh 8ê Nîsanê xortekî bi navê Bedirxan Bedredîn li ser rêbenda bajarokê Raco revand û ew ber bi cihekî nediyar ve bir.

Hat diyarkirin ku Bedirxan Bedredîn bi tometa ku beşdarî xwepêşandanên li dijî şehîdkirina 4 welatiyên Kurd di şeva Newrozê bûye, hatiye revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan herwiha ragihand ku çekdarên koma “Hemzat” jî ji roja 25ê Adara borî ve xortê bi navê Îbrahîm Cemla Mistefa ji gundê Coqê revandiye û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan daye xuyakirin, çekdarên Hemzat di du rojên borî de, 26 darên zeytûnan li gundê Kefer Zîtê birîne ji bo ku wek êzing wan bifiroşin.