Bang li Kurdên Ewropayê hat kirin bo Efrînê besdarî mangirtinê bibin
PeyamaKurd - Insiyatîfa Kurdî li Ewropayê ji bo şermezarkirina dagirkirin û kiryarên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li Efrînê banga mangirtinekê li pêş Parlamantoya Ewropayê li Brûkselê dike.
Insiyatîfa Kurdî li Ewropayê di daxuyaniyekê de bang li revanda Kurdî ya li Ewropayê kir, ku roja 25ê vê mehê li Brûkselê li pêşiya Parlamantoya Ewropî beşdarî mangirtinê bibin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku mangirtin dê ji bo van armancan be:
Dimildest bidawîkirina dagirkeriya leşkerî ji Efrîn û gundên wê re.
Rawestandina bicihkirina xelkê biyanî li cih û malên Efrîniyan û rawestandina guhartina demografiyê li Efrînê.
Xistina fişarê li ser aliyên pêwendîdar bo rêdayîna ji xelkê Efrînê re ku vegerin ser mal û mikên xwe û vegerandina tiştên hatine dizîn û talankirin.
Parastina kelepûr, çand û zimanê Kurdî li Efrînê.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di 18ê Adara bûrî de Efrîn dagirkirine û ji wê demê ve binpêkirinên mafên mirovan ji dizî, talan, revandin û eşkencedana welatiyên Efrînê berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin