Li Efrînê zêdetirî 22 gundî hatin revandin
PeyamaKurd - Komên çekdar û hêzên artêşa Tirkiyê, bi otombîlên zirpoş bi ser gundekî Efrînê de girtin û zêdetirî 22 gundî revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku roja 4ê vê mehê koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî û hêzên artêşa Tirkiyê, bi otombîlên zirîpêş bi ser gundê Kurzêlê yê 5 K.M li başûrî rojhilatê Efrînê de dorpêç kir û dest bi revandina gundiyên kirin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Rêzan Osman Hemo, Osman Hemo, Şêx Ehemd Wehîd, Ferhad Ehmed Wehîd, Şêro Ehmed Wehîd, Ebdilrehman Welîd Ebdilrehman, Ebdilrehman Arif Kilîbcek, Yihya Elî Hemguro, Zekereya Yihya Hemguro, Mihemed Yûsif Hemguro, Rêzan Hesen Nasir, Hesen Mihemed Nasir, Cîhad Subhî Nasir, Şêro Hesen Nasir, Hesen Tehsîn Nasir, Adil Şukrî Mehmûd, Kawa Adil Mehmûd, Nûrî Şukrî Mehmûd, Şukrî Nûrî Mehmûd, bekir Şukrî Mehmûd, Ehmed Wehîd Ebdo û Ferhad Şêx Ebdo.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve, ta niha bi hezaran welatiyên Efrînê hatine revandin û tenê di meha bûrî 127 welatiyên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin.
Li gorî çavdêrên herêmê artêşa Tirkiyê û komên çekdar bê sedem û bihane welatiyên Efrînê direvînin, îşkence li wan dikin û pereyan ji wan distînin, ew neçar bibin û dest ji xaka xwe berdin û koçber bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin