Li Endonezyayê ji ber lehî û heza erdê 10 kes mirin
PeyamaKurd – Li Endonezyayê li girava Sumatrayê baran zêde bariya, bû sedema rabûna lehiyê û hez li erdê ket. Li gor rêjeya niha; 10 kes di bobelatê de mirin û 10 kes wenda ne. Girava Sumatrayê girava herî mezin ya Endonezyayê ye.
Bi sedema bobelatê heya niha 20 hezar mal di bin avê de mane û li dora 46 hezar kes li deverên cuda hatine hewandin.
Ji ber nemana eletkrîkê û herî ketiye ser rêyan, xebata lêgerîn û rizgarkirinê bi zahmetî dimeşe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin