Li Enqereyê li fabrîqeyê teqîn çêbû: 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Li Elmadaga Enqereyê li Kargeha Roket û Teqînan a Barutsan a Saziya Makîne û Pîşesaziya Kîmyewî (MKE) teqînek pêk hat.
Di saetên sibehê de li Kargeha Roket û Teqînan a MKE Barutsan a Enqereyê dengê teqînê hat bihîstin û dûman bilind bû.
Pişt re ekîbên agirkujiyê û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di daxuyaniya MSBê ya têkildarî teqînê de hat ragihandin ku di bûyerê de 5 karkeran can dane.
Fabrîqe ji bo hewcedariya roket û teqemeniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Karên Navxweyî peyda bike dixebite.
Li kargehê jî testên teqîn, germahî û avêtina dînamîk ên sotemeniya roket û barûtê tên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin