Li Ermensitanê aramî çênabe
PeyamaKurd- Li payîtexta Ermensitane li Yerîvanê jiyan hema hema arwestiya. Rêya balafirgehê hat girtin. Piştî îstîfa serokwezîr, muxalefeta ku ji parlementoyê têr dengan nesitend, bangî xelkê kir da dakevin kuçe û kolanan.
Xwepêşandan hêjî dewam dikin. Serê sibê rêyên ku diçin bajêr ji aliyê xwepêşandêran de hatin girtin. Muxalif rêya balafirgehê jî girtin.
Piştî îstîfa Sarkisyan do li parlementoya Ermenistanê, dengdana bo serokwezîrtiyê çêbû. Di encamê de serokê xwepêşandêran Nikol Paşinyan 45 dengan sitend û nebû serkwezîr. Bo serokwezîrtiyê 53 deng pêwiste.
Lewra car din muxalefet xelkê daxist ser kolanan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin